Kurs ji bo te ye heke tu swêdî wek zimanê duyem dixwînî, bo nimûne li SFI (swêdî ji bo koçberan) an jî di koreke xwendinê de, û dixwazî bi serê xwe zêdetir pratîk bikî. Ew ji bo te jî ye heke te hinekî swêdî hîn kiribe, lê tu dixwazî hevokan bêyî ku bifikirî bibêjî.
Tu bi xwe hildibijêrî ku ji ku dest pê bikî. Sepan ji her astê hevokên mînak nîşan dide, û tu pêl ya ku li te tê dikî.
Sepan, rêwerz û wergerên hevokan bi 50 zimanan hene. Dema tu dest pê dikî, tu zimanê xwe hildibijêrî, û tu dikarî kengî bixwazî wî biguherînî. Tu dikarî tenê swêdî jî hilbijêrî.